Neteweyên Yekbûyî ji bo windahiyên Sûriyê saziyeke navdewletî ava dike

.

Neteweyên Yekbûyî saziyeke navdewletî ji bo çarenivîsa wendahiyên li Sûriyê ava dike.

Neteweyên Yekbûyî deng li ser projebiryara bi navê Rewşa Mafê Mirovan li Sûriyê da ku daxwaza avakirina saziyeke taybet ji bo çareserkirina rewşa kesên li Sûriyê wenda bûne kir.

90 welatan ew projebiryar erê kirin, 14 welatan red kirin wek Sûriye, Rûsya, Îran û Çînê û 68 welatan deng li ser nedan, wek Îmarat, Iraq, Misir, Hindistan û hinek welatên din.

Nûnerê Amerîkayê pêşwazî li biryarê kir û got, hinek welat nîşan didin ku şerê li Sûriyê bi dawî bûye lê rojane bombebaran û topbaran heye, xelk tên kuştin, tên revandin û girtin.

Nûnerê Rûsyayê jî got, projebiryar dûrî tiştê li ser erdê ye û li ser derew û tohmetên bê bingeh hatiye avakirin.

Kurdistan Haberleri

Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin
Barrack li ser êrişa Hewlêrê got: Em dê bêdeng nemînin
Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye