Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku ew hewl didin bi rêya xurtkirina bipêşketina demdirêj û berdewam wiha bikin ku Sûriye êdî pişta xwe kêmtir bi alîkariyên mirovî girê bide.
Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê Kar û Barên Mirovî Tom Fletcher, li New Yorkê di konferanseke rojnamegeriyê de da zanîn ku hinek alî hewl didin rola Neteweyên Yekbûyî têk bidin.
Fletcher bal kişand ser pêwîstiya rûbirûbûna qeyrana darayî ya ku gefê li şiyana rêxistinê ya bicihanîna erkên wê yên mirovî dixwe.
Fletcher ji rojnamegeran re got ku rewşa darayî ya Neteweyên Yekbûyî ji serdana wî ya dawî ve xirabtir bûye ku rêxistin tenê bi rêjeya ji sedî 19ê pêdiviyên xwe hatiye fînansekirin û ev jî li gorî sala borî ji sedî 40 kêmbûnek e.
Wî destnîşan kir ku ev kêmasiya dijwar a fînansekirinê, rêxistin ber bi "pêşîneyeke herî bilind" ve ya di plansaziya xwe de biriye.
Li gorî agahiyên ku Fletcher dane, ji bo rizgarkirina 114 milyon canî pêwîstiya wan bi 29 milyar dolaran heye.
Fletcher derbarê şert û mercên dijwar ên ku xebatkarên alîkariyê rûbirûyî wan dibin, amaje pê kir ku sala borî zêdetirî 380 xebatkarên alîkariyê hatine kuştin ku ev hejmara herî bilind a heta niha ye.
Wî diyar kir, ev tundiya ku li herêmên wekî Yemen û Xezeyê diqewime, bûye "tiştekî asayî" ku ev jî gefeke cidî li ser karên mirovî çêdike.
Tom Fletcher derbarê rewşa Xezeyê bal kişand li ser pêwîstiya vekirina deriyan û dabînkirina gihiştineke ewle û bêmerc a ji bo nav Xezeyê.
Her wiha xwest ku kiryarên talankirinê rawestin û dîl werin berdan.
Fletcher bal kişand ser pêwîstiya agirbesteke demildest û da zanîn ku qanûnên mirovî rojane tên binpêkirin.
Fletcher behsa rewşa Sûdanê kir û li wir banga rakirina dorpêça li ser herêma "El-Faşir"ê kir ku 900,000 kes tê de rûbirûyî rewşeke mirovî ya trajedîk in.
Wî amaje bi girîngiya serdana Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer kir û da zanîn ku ew hewl didin bi rêya xurtkirina bipêşketina demdirêj û berdewam wiha bikin ku Sûriye êdî pişta xwe kêmtir bi alîkariyên mirovî girê bide.
Fletcher derbarê Xezeyê jî diyar kir ku zehmet e ew garantî bikin ku hinek ji wan kelûpelên ku ji kamyonên alîkariyê tên dizîn negihêjin bazar an jî Hemasê.
Lê got ku Neteweyên Yekbûyî bi şiyana xwe bawer e û eger derfet jê re were dayîn ku bi azadî bixebite dê piraniya alîkariyê bigihîne sivîlan.
Li gorî wî, eger destûr bê dayîn ku rojane bi sedan kamyon herin Xezeyê, talan dê raweste û dê biha li bazaran dakevin û ev jî dê ji bo sivikkirina êş û azarên xelkê bibe alîkar.