Neteweyên Yekbûyî: Divê Sûriye neyê parçekirin

.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ji Rûdawê re diyar kir ku divê Sûriye neyê parçekirin.

Berdevkê Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric li ser îhtimala operasyona Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê bersiv da pirsa Nûçegihanê Rûdawê Sînan Tuncdemîr û wiha got:

"Binêrin, hûn dizanin, em hez nakin spekulasyonan bikin li ser çêbûn an jî çênebûnê.

Helwesta me ew e ku divê her kes rêzê li yekparçeyiya axa Sûriyeyê bigire û divê Sûriye wekî xwe bimîne."

Stephane Dujarric li ser qutkirina ava parêzgeha Hesekê jî axivî û da zanîn:

"Binêrin, mixabin di demên dawî de li Sûriyeyê ev demeke dirêj e aliyên cuda bikaranîn û gihîştîna avê wekî amûrekî şer bi kar tînin.

Me ev di pevçûnên cuda yên di navbera aliyên li Sûriyeyê de jî dît. Ev tiştekî wisa ye ku divê nebe.”

Kurdistan Haberleri

Çar welat amadekariyan bo vekirina nûneratiyên xwe li Hewlêrê dikin
Li Zaxoyê bi 22 milyon dolaran kargeheke dermanan tê avakirin
HISÎÇA - Suryan ji bo maf û zimanê xwe rabûn ser pêyan
Nameyek girîng a Barzanî bo balyozê Amerîkayê (1965):
Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide