Neteweyên Yekbûyî: Divê li Sûriyê reform bêne kirin

.

Cîgira Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yektbûyî (NY)  Necat Ruşdî, ragihand ku pêkhateyên Sûriyê ji rewşa heyî bi fikar in û divê reform bêne kirin.

Ruşdî di dema beşdariya civîna Konseya Ewlekariyê de got, Sûrîyeyî ji êrîşên berdewam ên li dijî hin pêkhateyan dilgiran in ku di nava wan de Elewî, Durzî û jin hene.

Necat Ruşdî diyar kir, rewşa mirovî li kampên koçberan xerab e û divê kar li ser başkirina rewşê were kirin.

Herwiha da zanîn, tevî rewşa ewlehî, civakî û aborî ya aloz, derdora 600 hezar xelkê Sûrî di heyama 6 mehên borî de vegeriyane welatê xwe.

Ruşdî tekez kir, ji bo berdewamiya vegera Sûriyan divê cihên niştecîbûnê û ximetguzariyên gîştî werin peydakirin û rewşa aborî were başkirin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle