Netewên Yekgirtî: Ji sedî 90ê Sûriyan di "hejariyê" de dijîn

.

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres raporteke 19 rûpelî li ser rewşa Sûriyê pêşkêşî Encûmena Asayişa Navdewletî kir.

 Li gor raporteke Netewên yekgirtî, ji sedî 90ê Sûriyan di "hejariyê" de dijîn, ji sedî 60 ji wan jî di "bêewlehiya xwarinê” de dijîn û 5.6 milyon kes jî pêwîstiya wan alîkariyên mirovî hene

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres raporteke 19 rûpelî li ser rewşa Sûriyê pêşkêşî Encûmena Asayişa Navdewletî kir, ji bo piştgirîkirina dirêjkirina heyama şandina alîkariyên mirovî bo Sûriyê ji bo 6 mehên din ku tê de hat:

Li Sûriyê:

90% ji welatiyên Sûriyê hejar in

60% di kirzîa kêmbûna xwarinê de ne

7.78 milyon kes bê nojdar û navendên bizîşkî ne

9 milyon kes derveyî desthilata hikûmetê ne

5.6 milyon kes pêwîstiya wan bi alîkariyan hene

Li Rojavayê Kurdistanê:

2.7 milyon kes lê dijîn

2.2 milyon kes pêwîstiyan bi alîkariyan hene

140 hezar kes li kampan dimînin

650 hezar kes tenê alîkariyan werdigrin

Bakurê rojavayê Sûriyê

4.2 milyon kes lê dimînin

2.8 kes koçber in

3.4 milyon kes pêwîstiya wan bi alîkariyan hene

Herwiha Guterres got: “Berxwedana gelê Sûriyê piştî deh salên şer, krîza giran a civakî û aborî, qeyranên girêdayî kêmbûna avê, COVID-19 û hatina Zivistanê, kêm bûye. Niha ji sedî 90ê ji welatiyên Sûriyê di hejariyê de dijîn û beşeke mezin ji jêrxaneya bajaran wêran bûye.

Destnîşan kir jî, “Di sala 2020an de, dahata mehane ya navînî ya her kesekî, nema dikare pêwîstiyên bingehîn bicîh bîne û ji sedî 60 ê Sûriyan bê ewlekariya xwarinê ne.

Guterres di dawiya raporta xwe de got: “Piştî deh salên krîzê, şandina alîkariyên mirovî berdewam e ji bo piştgirîkirina bi mîlyonan kesan. Tevî kêşeyan jî, divê her derfetek ji bo peydakirina alîkariyan were bikaranîn. Lê tiştê herî zêde gelê Sûriyê pêwîstiya wan pê heye, ew e ku li gorî biryara 2254 çareseriyeke mayînde ji aloziyê re were dîtin.”

Kurdistan Haberleri

Gundî li hemberî DEDAŞê rabûn ser pêyan: Rêya Amed û Mêrdînê hat girtin
HSD: Hêzên hikûmeta Sûriyeyê li Dêr Hafirê êrîşî 4 çeperên me kirin
Neteweyên Yekbûyî li ser rewşa li Sûriyeyê hişyarî da
Nêçîrvan Barzanî û Balyoza Almanyayê rewşa Sûriyeyê gotûbêj kir
Hinek leyîstokên Kurdan ên kevnar