Netewên Yekbûyî 9 barhilgirên alîkariyê şandin taxên Kurdan ên Helebê

.

Netewên Yekbûyî 9 kamyon alîkariyên mirovî şande taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Kurdnişîn li Helebê.

Heyva Sor a Sûrî ew alîkarî derbasî Şêx Meqsûd û Eşrefiyê kir, alîkarî ji çadir, betanî, doşek û cilûbergên zarokan pêk dihat.

Komîteya Hawarçûnê li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ragihand, wê ew alîkarî destpêka heftiya bê li ser qurbaniyên erdhejê were belavkirin.

Ji aliyekê din ve, Encûmena wan herdu taxan got, ku hîn 10 tankerên mazotê yên ku Rêveberiya Xweser şandine negihiştiye wan, Firqeya Çarem rê nade ew tanker derbas bibin.

ÇAVKANÎ: RÛDAW

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle