Netanyahu: Îran aloziyan vediguhezîne welatên din

.

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu got, Îsraîl dê her tiştî bike ku rê li ber bidestxistina çekên atomî yên Îranê bigire û dê hevahengiya ligel Amerîkayê bihêztir bike.

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu got, Îsraîl dê her tiştî bike ku rê li ber bidestxistina çekên atomî yên Îranê bigire û dê hevahengiya ligel Amerîkayê bihêztir bike.

Benyamîn Netanyahu di konferanseke rojnamevaniyê de got: “Hemû welatên cîhanê dibînin ku çawa Îran aloziyan li welatên din û heta li derveyî Rojhilata Navîn belav dike.”

Netanyahu got: "Lihevhatinek heye ku Îran nebe xwedî çekên atomî. Me bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê re li ser hebûna siyaseteke hevpar û ji bo pêşîgirtina li tehdîdan bi hev re gotûbêjên pir baş kirin. Min gelek caran gotiye û dubare dikim. Siyaseta me ew e ku ji bo ku Îran negihêje çekên atomî her tiştî ji destê Îsraîlê were em ê bikin."

Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken roja yekşemê çû Qahîreyê û îro gihîşte Îsraîlê û bi Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu re hevdîtin pêk anî.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle