Netanyahu: Em dê bi Trump re nexşeya Rojhilata Navîn ji nû ve xêz bikin

.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu berî serdana xwe ya Washingtonê ragihand ku "Em dê bi Trump re nexşeya Rojhilata Navîn ji nû ve xêz bikin."

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro diçe Amerîkayê û dê li Washingtonê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re bicive.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li balafirgehê got ku ew bawer e bi hevkariya nêzîk a bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re dê nexşeya Rojhilata Navîn ji nû ve xêz bikin.

Netanyahu diyar kir ku bi êrişên xwe yên li dijî Hemas û Hizbulahê çehreya Rojhilata Navîn guherandiye û ew bi van biryaran nexşeyê ji nû ve xêz dikin.

"Em dê nexşeyê bi awayekî baştir xêz bikin"

Netanyahu got, "Biryarên me yên di şer de dimenê Rojhilata Navîn têra xwe guherand.

Biryarên me û mêrxasiya leşkerên me nexşe ji nû ve xêz kir.

Lê ez bawer im ku em bi hevkariya nêzîk a bi Serok Trump re dê karibin nexşeyê bi awayekî baştir ji nû ve xêz bikin."

Netanyahu destnîşan kir ku ew dê bi Serokê Amerîkayê re hevdîtineke girîng pêk bîne û "Peymana Abraham"ê ya ku Trump di dewra xwe ya ewil da "pêşengiya wê" kiribû bi bîr xist û got, "Encamên wan ên girîng ji bo Îsraîl û Rojhilata Navîn çêbûn."

Ofîsa Serokwezîriya Îsraîlê ragihand ku Netanyahu dê di çarçoveya gotûbêjên qonaxa duyem a lihevkirina agirbestê û danûstandina dîlan de bi Nûnerê Taybet ê Trump ê Rojhilata Navîn Steve Witkoff re jî bicive.

Kurdistan Haberleri

Çar welat amadekariyan bo vekirina nûneratiyên xwe li Hewlêrê dikin
Li Zaxoyê bi 22 milyon dolaran kargeheke dermanan tê avakirin
HISÎÇA - Suryan ji bo maf û zimanê xwe rabûn ser pêyan
Nameyek girîng a Barzanî bo balyozê Amerîkayê (1965):
Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide