Netanyahu amadehiya xwe ji bo bidawîkirina şerê Xezzeyê nîşan da, lê merc danîn

.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand, ew amade ye dawî li şerê li Xezzeyê bîne, lê ji bo vê yekê çend mercên wî hene. Herwiha da zanîn, ew ê rê bidin gihandina alîkariyên mirovî bo nav Kerta Xezzeyê.

Benjamin Netanyahu îro 21ê Gulana 2025an, di axaftineke xwe de got: "Ez amade me dawî li şerê li Xezzeyê bînim, lê bi wê mercê ku ewlehiya Îsraîlê bê garantîkirin û rê li ber mana Hemasê li kertê bê girtin."

Netanyahu herwiha amaje bi wê yekê kir, eger derfeta ragihandina agirbestekê hebe ji bo azadkirina dîl û girtiyan, ew amade ne, lê divê agirbest demkî be.

Serokwezîrê Îsraîlê wiha berdewam kir: "Hêzên me bi tundî êrîşî Hemasê dikin. Min Wezîrê Berevaniyê jî raspardiye ku êrîşên zêdetir û bihêztir li ser Hemasê bikin, herwiha hemû navçeyên Kerta Xezzeyê dê bikevin bin desthilata me."

Netanyahu di heman demê de tekez kir ku hikûmeta wî pabend e bi gihîştina hemû armancên xwe yên di şerê Xezzeyê de û kar hîn bidawî nebûye.

Derbarê rewşa dîlan de, Netanyahu da zanîn ku heta niha 20 dîlên Îsraîlî sax mane û ew hewl ji bo azadkirina wan û herwiha termên 38 dîlên li cem Hemasê mane didin û ew kar dikin ji bo wergirtina wan.

Li ser mijara gihandina alîkariyên mirovî bo nav Kerta Xezzeyê, Serokwezîrê Îsraîlê got: "Em ji qonaxa yekem ve, rê didin hatina alîkariyên mirovî bo nav kertê, da ku krîzeke mirovî rû nede."

Kurdistan Haberleri

Ezîz Ozdemîr: Xwedîderketina li axa Êzdiyan erkê me yê mirovî ye
Lahûr Şêx Cengî hat desteserkirin
Haval Ebubekir: Bila hemû alî ji bo bidawîkirina vê rewşê hevkar bin
Dr. Mecîd Heqî: 500 gavên ber bi ronahiyê
Wendy Green: Em dê pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re xurttir bikin