Nerazîbûn berdewam in; li Cizîrê jî xelk daket kolanan

.

Li navçeya Cizîrê ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, welatî li dijî girankirina bihayên elektrîkê derketin kolanan û nerazîbûn nîşan dan.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji ber zêdekirina bac û giranbûna nirxê xorak, enerjî û kel û pelên din çend roj in nerazîbûn û xwepêşandan çêdibin, lê hikûmet heta niha ji biryara zêdekirina bihayan paş de gav neavêtiye.

Piştî bajarên wek Bazîd, Qoser û Şirnexê îro jî li Cizîrê welatî daketin kolanan û li dijî bihayên elektrîkê xwepêşandan kirin. Bi sedan kes bi diruşmên, “Rêvebirî îstîfa” û “Bicehime DEDAŞ” meşiyan.

Welatiyan xwestin ber bi avahiya kompanya elektrîkê DEDAŞê ve bimeşin, lê polîsan rê nedan. Tevî midaxeleya polîsan bi sedan kes ji Kolana Nexweşxaneya Kevin heta Kolana Orhan Dogan meşiyan û xwepêşandana xwe bi dawî kirin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle