Nehro Riwandizî: Postê Cîgirê Rêveberê SOMO dê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re were dayîn

.

Cîgirê Serokê Komîta Petrol û Gazê li Parlamentoya Iraqê ragihand, Hikûmeta Iraqê razî bûye ku postê Cîgirê Rêveberê Kompanyaya SOMO bide Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Cîgirê Serokê Komîta Petrol û Gazê li Parlamentoya Iraqê Nehro Riwandizî ji K24ê re ragihand, Hikûmeta Iraqê razemendî nîşan daye ku postê Cîgirê Rêveberê Kompanyaya SOMO bide Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Her wiha komîteyeke hevbeş ji 4 kesan, ku 2 ji SOMO û 2 jî ji Herêma Kurdistanê pêk tê, ji bo pêdaçûnê li ser girêbestên petrolê û awayê firotina petrola Herêmê bikin dê were avakirin.

Her wiha got: Hejmareke nû yê bankî dê ji bo dahata petrola Herêma Kurdistanê û di bin desthilata Hikûmeta Herêma Kurdistanê de û bi çavdêriya Hikûmeta Iraqê de bê vekirin. Ligel destpêkirina firotana petrolê, nirxê petrola Herêma Kurdistanê bi nirxê SOMO û cîhanî tê firotin. Ev rêkeftin berdewam dibe, heta pesendkirina projeyasaya bûdceyê.

Ji aliyekî din ve, Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Karûbarên Enerjiyê Bêwar Xinsê îro 2ê Nîsanê ji K24ê re ragihand: Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê di nava 48 demjimêrên bê de, dê rêkeftinekê li ser dubare hinardekirina petrolê îmze bikin. Hikûmeta Iraqê piştre jî bi nivîseke fermî dê daxwaz ji Tirkiyê bike ku hinardekirina petrolê ji nû ve dest pê bike.

Her wiha got jî, ji bo firotina petrola Iraq û Herêma Kurdistanê, dê komîteyek hevbeş di navbera Wezareta Petrola Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bê avakirin. Li gorî rêkeftinê jî, pişkê Cîgirê Rêveberê SOMOyê dê ji Kurdan re were dayîn.

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: Rêzdar Serok Mesûd Barzanî Ji Bo Kurd û Kurdistanîyên Cîhanê Mercîîyet e...
PWK Li Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bi Bîr Tîne
Serok Barzanî: 11ê Adarê roja naskirina fermî ya mafên gelê Kurdistanê ye
Koşka Spî şertê nemana şer eşkere kir: Teslîmbûna bêmerc
Asayîş û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê 200 dîl pev guhertin