Nêçîrvan Barzanî wezîrê bergiriyê yê Estonyayê Pevkor qebûl kir

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wezîrê bergiriyê yê dewleta Estonyayê Hano Pevkor qebûl kir. Li gor ragihandina serokatiya Herêma Kurdistanê: wezîrê bergiriyê yê Estonyayê Pevkur, di çarçova koalisyona navdewletî ya li hemberê IŞIDê de wê seredana leşkrên Estonyayê bike û li ser têkoşîna li hemberê terorê li ser pêşdeçûnan axifî.

Di qebûla Nêçîrvan Barzanî de, her dû teref  balê kişandin ser dewama ewlehî û îstîqrara herêmê û ji bo IŞİD bi temamî li herêmê têk here, divê misyona koalisyona navdewletî dewam bike.

Nêçîrvan Barzanî bi sedema Estonya di çarçova hêzên koalisyona navdewletî de li Kurdistanê wezîfe girtiye ser milên xwe, ji bo Estonya û hêzên leşkerî sipasiya xwe kiriye û behsa girîngiya dewama hevkariya Kurdistan û Estonyayê kiriye.

Di qebûla Nêçîrvan Barzanî de, behsa mijarên Iraqê, herêmê û mijarên ku her dû terefan eleqedar dike axifîn.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle