Nêçîrvan Barzanî û Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê civiyan

.

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê civiyan. Serokayetiya Herêma Kurdistanê ragihand, li ser giringiya cîbicîkirina bernameya kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqê ku hemû alî û pêkhate li ser lihev kirine, her du alî hemfikr bûne.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Çarşemê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya Serokê Encûmena Bilinda Dadwerî ya Iraqê Fayiq Zêdan kir.

Li gorî daxuyaniya Serokayetiya Herêma Kurdistanê, di civînê de rola dadwerî û dadgehan li ser aramiya Iraqê û Herêma Kurdistanê ku bandorê li ser warên jiyanê dike, hatiye gotûbêjkirin. Her wiha di civînê de, “Li ser giringiya cîbicîkirina bernameya kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqê ku hemû alî û pêkhate li ser lihev kirine, her du alî hemfikr bûne.”

Nêçîrvan Barzanî bi Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê Fayeq Zêdan re civiya

Nêçîrvan Barzanî spasî rol û erkê Fayeq Zêdanî kir ku di karkirina hevbeş de û hewlên wan ji bo dabînkirina dadwerî ji bo hemû welatî û pêkhateyên Iraqê cihê asayîşê be.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Serokê Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê spasiya rol û pêgeha Nêçîrvan Barzanî ya di pêkvejiyanê de û kûrkirina ruhê yekrêziya Iraqê kir.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Fraksiyonên Kurdistanî: Êrişên li ser Herêma Kurdistanê şiyana dewletê dixin bin gumanê
Şerê li Rojhilatê Kurdistanê gurtir dibe, Pasdar ji hinek baregehan vekişiyan
KERKÛK - Heşdî Şebî hat bombebarankirin, kuştî û birîndar hene
ROJAVA - Amerîkayê hêzên nû şandin Qesrikê
ENKS di salvegera Serhildana 12ê Adarê de: Divê doza Kurd bi diyalog û danûstandinê were çareserkirin