Nêçîrvan Barzanî û seroka Macaristanê Katalin Novak hevdîtinekî kirin

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û seroka dewleta Macaristanê Katalin Novak li Herêma Kurdistanê li payîtex Hewlêrê civiyan. Her dû teref li ser pêşdebirina têkiliyên duqolî di her sehayê de lihev kirin. Her dû alî di hevdîtinê de li ser têkiliyên Macaristan, Herêma Kurdistanê û Iraqê, li ser pêvajoya siyasî ya Iraqê, muzakereyên çareseriyê yên navbera Hewlêr û Bexdayê, têkoşîna bi tehdîda IŞİD ê re, koçberên li Herêma Kurdistanê û pêkhateyên herêmê axifîn.

Her dû teref, behsa pêdiviya desteka koalisyona navdewletî ya li hemberê DEAŞ ê ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê kirin. Nêçîrvan Barzanî ragihand ku seredana seroka Macarsitanê ji bo Herêma Kurdistanê nîşana desteka Kurdistanê ye û sipasiya Macaristanê kir ku di wexta şerê li hemberê DEAŞ ê de alîkariya Kurdistanê kiriye. Barzanî dubare sipasiya Macarsitanê kir ji bo desteka mirovî ya li Herêma Kurdistanê ya ji bo Xîrîstiyan û Êzîdiyan.

Serokkomara Macaristanê şukraniya welatê xwe ji bo Pêşmerge ragihand ku di têkibirina DEAŞ ê roleka xwurt û fîdakarane kirine û ji bo koka terorê ji ortê rakin, behsa pêdiviya hevkarî û desteka Herêma Kurdistanê û Iraqê kir. Novak, DEAŞ ê û terorê ji bo azadî û demokrasiyê weka tehdîd navand û ji ber Herêma Kurdistanê Êzîdiyan, Xîrîstiyanan û temamê koçberan li Herêma Kurdistanê parastiye û civakên cuda bi hevre dane jiyandin, sipasiya Herêma Kurdistanê kir.

Di hevdîtinê de her dû teref behsa têkiliyên Herêma Kurdistanê û Iraqê, têkiliyên bi welatên cîran re û li ser şerê li Ûkraynayê axifîn.

Kurdistan Haberleri

Heyder Şeşo: Em dixwazin ewlehiya Şingalê radestî Pêşmergeyan were kirin
Hakan Fîdan bi şandeya Hamasê re civiya
Barrack: Rexne ji bo Sûriyê li Îsraîlê kir
Di mehekê de 12 kolberên Kurd bûn qurbaniyên êrîşên hêzên Îranê
Xelkê Siwêdayê komîteya lêkolînê ya Şamê red kir: Lêkolîna navdewletî xwestin