Nêçîrvan Barzanî û Emar Hekîm çareserkirina pirsgirêkên Hewler û Bexdayê tekez kir

.

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Tevgera Hîkmeyê ya Niştîmanî ya Iraqê rewşa Iraqê û pêvajoya siyasî nîqaş kirin û herdu aliyan tekez li ser çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewler û Bexdayê de kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Sêşem, 7ê Cotmeha 2025ê) pêşwaziya Serokê Tevgera Hîkmeyê ya Niştîmanî ya Iraqê Emar Hekîm û şandeya pê re kir.

Li gorî ragihandina Serokatiya Herêma Kurdistanê, herdu aliyan di wê civînê de li ser rewşa giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, pêvajoya siyasî li Iraqê, têkiliyên Hewlêr û Bexdayê, hilbijartinên bên ên Encûmena Nûnerên Îraqê û rewşa deverê nîqaş kirin.

Herdu aliyan tekez li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkên Iraqê, bi taybetî pirsgirêkên di navbera Hewler û Bexdayê de, û tebayî û alîkariya di navbera aliyên siyasî û civakan de ji bo rûbirûbûna qebxwaziyan û parastina aştî û tenahiya welatî kir.

Kurdistan Haberleri

Mezlûm Ebdî derbarê bûyera li Girtîgeha Kobaniyê daxuyanî da
Piştî hejmartina %95ê dengên hilbijartinên Swêdê, 5 kurd bûn parlamenter
Partiyên Kurd ên li Fransayê: Em li Rojava li hemberî sûc û êrîşan bêdeng namînin
PDK-Bakurê dozvekirina li dijî 11 endamên PWKê şermezar kir
Li Silêmaniyê êrişî kampa Komeleyê hat kirin