Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Brîtanyayê yê Iraqê li ser 5 mijaran civiyan

.

Serokê Herêma Kurdistanê îro danê sibehê li Hewlêrê pêşwaziya li Balyozê Brîtanyayê yê Iraqê kir û li ser 5 mijaran danûstandin kirin.

Civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan û Balyozê Brîtanyayê yê Iraqê Mark Bryson Richardson ya îro li ser rewşa dawî ya peywendiyên Hewlêrê û Bexdayê, hewl û gûftûgoyên li ser çareserkirina pirsgirêkên wan, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê, pirsgirêkê hilbijartinê û rewşa Şingalê axivîn.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, her du aliyan bi erênî behsa pêşketin û têgihîştina di navbera Hewlêrê û Bexdayê de ji bo çareserkirina kêşeyên xwe kirin û li ser giringiya çareserkirina kêşeyên siyasî yên li Herêma Kurdistanê û lidarxistina hilbijartinan di dema xwe de hevdeng bûn.

Li ser rewşa Şingalê jî her du aliyan tekezî li ser girîngiya parastina aramiya navçeyê û nehîştina gotinên nefret û cîbicîkirina rêkeftina ku di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal de ji bo asayîkirina rewşa Şingalê hat kirin.

Di civînê de ku peywendiyên Brîtanyayê yên bi Iraqê û Herêma Kurdistanê re û çend mijarên din ên berjewendiya hevbeş jî hatin gotûbêjkirin. Konsulê Brîtanyayê yê Hewlêrê jî di civînê de amade bû.

Kurdistan Haberleri

Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’