Nêçîrvan Barzanî û Balyoza Almanyayê rewşa Sûriyeyê gotûbêj kir

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyoza Almanyayê ya Îraqê Christiane Hohmannê rewşa li Sûriyeyê gotûbêj kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê Balyoza Almanyayê ya Îraqê Christiane Hohmann û şandeya li gel wê pêşwazî kirin.

Christiane Hohmann bi mebesta xatirxwestinê û bidawîhatina erkên xwe Nêçîrvan Barzanî ziyaret kir.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê di hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Almanyayê yê Herêma Kurdistanê jî amade bû, her du aliyan tekezî li ser bipêşxistina pêwendiyan û hevkariya hevbeş kirin.

“Em dixwazin pêwendiyên me bihêztir bibin”

Nêçîrvan Barzanî pesnê asta pêwendiyên Almanyayê yên li gel Îraq û Herêma Kurdistanê da û daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo bipêşxistina pêwendiyan û berfirehkirina hevkariya hevbeş di hemû waran de dubare kir.

Her wiha Nêçîrvan Barzanî ji ber hewlên Christiane Hohmannê yên ji bo bihêzkirina pêwendiyan spasiya wê kir û ji bo erka wê ya nû hêviya serkeftinê xwest.

“Almanya bi girîngî li pêwendiyan dinêre”

Ji aliyê xwe ve, Hohmannê kêfxweşiya xwe ya ji ber dema erka xwe ya li Îraqê anî ziman û spasiya aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê kir ji bo piştgiriya wan.

Her wiha wê tekez kir ku welatê wê bi girîngî li pêwendiyên xwe yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re dinêre û dixwaze di hemû waran de zêdetir bi pêş bixe.

Pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê, rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê, her wiha rûdanê li Sûriyeyê û herêmê mijarên din ên hevdîtinê bûn.

Kurdistan Haberleri

Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide
JD Vance: Em dixwazin Rojhilata Navîn bi dîplomasiyê biguherînin
Şikefta Hezar Mêrd.. Cihekî ji serdema kevirî li Silêmaniyê
Netanyahu: Me rê li ber rûxandina birêvebiriya Tehranê xweş kir
Hevpeyvîn digel “Mîrza Akar” Endamê Rêveberîya Partîya Welatparêzê Kurdistan-PWK