Nêçîrvan Barzanî teqîna li Stenbolê şermezar kir

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî teqîna îro ya li Stenbolê weke “êrîşeke terorîstî” bi nav kir û teqîn şermezar kir.

Îro 13ê Mijdara 2022 li kolana Îstiklalê ya li navçeya Beyoglu ya Stenbolê derdora demjimêr 16:20 teqînek çê bû û li gor rayedarên hikûmeta Tirkiyê di encama teqînê de 6 kes hatine kuştin û 81 kes birîndar bûne.

Serokê Herêma Kurdistanê derbarê teqîna îro ya li Stenbolê de peyamek belav kir.

Serok Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe teqîna îro ya li Stgenbolê weke êrîşeke terorîstî bi nav dike û teqînê şermezar dike.

Nêçîrvan Barzanî dibêje, “Ez êrîşa terorîstî ya îro ya li Stenbolê şermezar dikim. Hizr û duayên min ji malbat û hezkiriyên qurbaniyan re ne û ji birîndaran re şifaya lezgîn dixwazim.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî di peyamekê de li ser hesaba xwe ya Twitterê êrîş bi tundî şermezar kir û ragihand, “Ez êrîşa tirsonek a îro li Stenbolê hat kirin bi tundî şermezar dikim. Fikirên min li gel hikûmet û gelê Tirkiyê û qurbanî û malbatên wan e.”

Li aliyekî din, Yekîtiya Ewropa, NATO, lîder û wezîrên derve yên welatên Ewropayê, Iraq, Pakistan, Ukrayna, Urdun, Misir, Azerbaycan û Erebistana Siûdî jî derbarê teqîna li Stenbolê de peyamên sersaxiyê ji Tirkiyê re şandin û teqîn şermezar kirin.

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Kurdan dest da hev û Zaxo li cîhanê bû yekem
Trump: Hîn jî baweriya min bi Ehmed Şer heye
Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya
Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e