Nêçîrvan Barzanî: Tenê şermezarkirina êrîşan têr nake, çareserî divê

.

Serokê Herêma Kudistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser êrîşa moşekî ya ku duh bişev li ser navçeya Xebatê ya Hewlêrê hatibû kirin, daxuyaniyek da. Nêçîrvan Barzanî got ku tenê şermezarkirina van êrîşan bi kêr nayê, lewra dubarekirina êrîşan, metirsiyeke cidî ye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di daxuyaniya ku belav kir de bang li Hikûmeta Federal a Iraqê kir da ku li ser rawestandina êrîşan xebatan bike. Nêçîrvan Barzanî got, “Ez êrîşa moşekî ya duh êvarê li sînorên navçeya Xebatê hatiye kirin, bi tundî şermezar dikim û daxwaz ji aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Federal a Iraqê dikim ku ji bo dîtina encamderên vê êrişê û sepandina sizayên yasayî, li ser wan kar bikin.”

“Hikûmeta Federal a Iraqê berpirs e ku ji bo rawestandina van êrîşan bileztir û cidîtir kar bike. Tenê şermezarkirina van êrîşan bi kêr nayê, ji ber ku dubarekirina êrîşan, metirsiyeke cidî ye û ewlehî û aramiyê dixe bin metirsiyê. Hikûmeta Federal a Iraqê berpirs e ku bileztir û cidîtir kar bike da ku ev êrîş werin rawestandin. Ji bo rawestandina van êrîşan, divê bi hevahengî ligel dezgehên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar bike, da ku rê li ber dubarebûna êrîşan were girtin.”

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Kurdan dest da hev û Zaxo li cîhanê bû yekem
Trump: Hîn jî baweriya min bi Ehmed Şer heye
Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya
Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e