Nêçîrvan Barzanî: Tarik Ziya Ekîncî dê tim li bîra me be

.

 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sersaxî ji malbat û hevalên Tarik Ziya Ekîncî re xwest.

Dîrokzan, siyasetmedar û rewşenbîrê Kurd Tarik Ziya Ekîncî doh koça dawî kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û got:

“Ji bo koça dawiyê ya nivîskar û siyasetvan û ronakbîrê Kurd, Xwedêjêrazî Tarik Ziya Ekîncî, sersaxiyê li malbat û hevalên wî dikim, hevparê xema wan im.

Hêvî dikim Xwedayê mezin bi dilovaniya xwe canê wî şa bike û aramiyê bide hemûyan.

Em bi rêz û pêzanîn li ked û xizmeta wî dinêrin û her tim dê di bîra me de bimîne.”

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle