Nêçîrvan Barzanî spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan ji ber ku li ser Kurdan lêkolîn kirine û di bidestxistina mafên xwe de piştgiriya Kurdan kiriye spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê nivîskar û civaknasê navdar ê Tirk û dostê Kurdan Îsmaîl Beşîkçî qebûl kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Nêçîrvan Barzanî ji ber ku li ser Kurdan lêkolîn kirine û di bidestxistina mafên xwe de piştgiriya gelê Kurd kiriye spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir.

Her wiha Nêçîrvan Barzanî ji ber erk karên Weqfa Îsmaîl Besîkcî bi taybetî yên li ser Kurdolojiyê destxweşiyê lê kir.

Li aliyê din Îsmaîl Beşîkçî ji ber serdana xwe ya li Herêma Kurdistanê û pêşkeftinên Herêma Kurdistanê kêfxweşiya xwe anî ziman.

Herwiha Beşîkçî tekezî li ser berdewamiya piştgiriya xwe û Weqfa Îsmaîk Beşîkçî ya bo mafên rewa yên gelê Kurd kir.

Beşîkçî û nêrînên xwe yên derbarê paşeroja gelê Kurdistanê de parve kir.

Di civînê de Parêzgarê Hewlêrê, mamosteyên Zanîngeha Selahaddînê û rêvebirên Weqfa Îsmaîl Beşîkçî amade bûn.

RÛDAW 

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle