Nêçîrvan Barzanî: Silêmanî bûye haveynê serbilindiya gelê Kurdistanê

.

Nêçîrvan Barzanî got, “Silêmanî di dîroka çandî û siyasî ya gelê Kurdistanê de navekî diyar û bibandor e û bûye haveynê serbilindiya gelê Kurdistanê.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi wesîlaya salvegera avakirina bajarê Silêmaniya ya 240î peyamek belav kir.

“Silêmanî bûye haveynê serbilindiya gelê Kurdistanê”

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de gelê Silêmaniyê pîroz kir û got:

“Salvegera 240î ya avakirina Silêmaniyê, paytexta rewşenbîriyê, bajarê wêje û hunerê, bajarê xîret û qurbanîdanê li xelkê ezîz ê bajêr ji dil û can pîroz dikim.

Ez ji wan re serkeftinê hêvî dikim.

Silêmanî di dîroka çandî û siyasî ya gelê Kurdistanê de navekî diyar û bibandor e û tim û tim bûye cihê qedir û rêzê û haveynê serbilindiya gelê Kurdistanê.”

Serokê Herêma Kurdistanê di berdewamiya peyama xwe de ji Silêmanî û hemû bajarên Kurdistanê re serkeftin, bipêşketin û aramî hêvî kir.

Silêmanî sala 1784an ji aliyê Îbrahîm Paşayê Baban ve hat avakirin.

Îbrahîm Paşayê Baban paytexta mîrektiya xwe ji Qelaçuwalanê veguhast Silêmaniyê.

Kurdistan Haberleri

Xalid Ezîzî: Ji bo cihgîrkirina demokrasiyê li Îranê de em bi hemû aliyên re di diyalogê de ne
TAYBET - Dr. Areş Cewdekî: Diyasporaya Îranî hebûna Kurdistanê red dike
Bavê Felek 37 sal berê xatirê xwe xwest û ji nav me bar kir
Li şûna Heşdî Şebiyê artêş li sînorê Herêma Kurdistanê hat bicihkirin
Amerîkayê bangî karmendên konsulxaneya xwe ya Edeneyê kir: Derkevin