Nêçîrvan Barzanî serpereştiya civîna Hêzên Hevpeymanan û Pêşmerge kir

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, serpereştiya civîna di navbera şandeke bilind a Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê û Wezareta Pêşmerge û saziyên din ên ewlekarî yên Herêma Kurdistanê de kir.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê Matthew McFarlane û Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê Irvin Hicks jî di civînê de amade bûn.

Di civînê de behsa çaksaziya hêzên pêşmerge û proseya çaksaziyê hate kirin û qonaxên cîbicîkirina plana ku di çarçoveya rêkeftina di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Amerîkayê de hatiye danîn, hatin nirxandin.

Her li vê hevdîtinê de behsa astengî û aloziyên proseya yekxistina hêzên Pêşmerge û rêkxistina nû ya wan di çarçoveya Wezareta Pêşmerge de hat kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got ku, ew piştevaniya berdewam a hevpeymanan di her warî de ji bo Pêşmerge bilind dinirxînin.

Barzanî bal kişand li ser wê yekê ku divê gavên ji bo rakirina astengiyên li pêşiya proseya yekgirtina Pêşmerge bên bilezkirin û diyar kir ku di vê derbarê de ew ji bo her cure alîkarî û piştgîriyê amade ne.

Ji aliyeke din ve Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê Matthew McFarlane eşkere kir ku ew di warên curbicur de li ser piştgîrî û alîkariya Pêşmerge berdewam dikin.

McFarlane di heman demê de da zanîn ku ji bo Herêma Kurdistanê bibe xwediyê hêzeke niştimanî ya yekgirtî, gavên ji bo birêxistinkirina hêzên Pêşmerge di nava Wezareta Pêşmerge de avêtine

Kurdistan Haberleri

Medvedev: Biryara Trump ya testa nuklerî dê bandorê li ser Rûsya bike
Îlham Ehmed: Ji bo Sûriyeyê sîstemeke nenavendî û demokratîk pêwîst e
Amerîkayê ji Neteweyên Yekbûyî xwest Ehmed Sera ji lîsteya terorê derxe
Rafael Grossi ji bo kargehên atomî banga hevkariya zêdetir li Îranê kir
UNESCO gundekî Hewramanê ji bo lîsteya "Baştirîn Gundê Geştyariyê" pêşniyar dike