Nêçîrvan Barzanî salvegera rizgarkirina Kobanî pîroz kir

.

Serokê Herêma Kurdistanê bi minasebeta 8emîn salvegera rizgarkirina Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê peyamek belav kir û azadkirina Kobanî pîroz kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Pêncşemê 26ê Çileya 2023an 8emîn salvegera rizgarkirina Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê peyamek belav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê got, “Salvegera azadkirina Kobanê li hemû gelê Kurdistanê pîroz dikim. Di vê bîranînê de em bi rêz û pêzanîn cangoriyên vê qehremaniya mezin bi bîr tînin, xwe li ber canê wan ditewînin. Gelê Kurdistanê ti carî alîkariya Hevpeymaniya Navnetweyî ya ji bo şerê li dijî terorê ji bîr nake.”

Îro 8 sal di ser rizgarkirina Kobanî re derbas dibin, berî 8 salan roja 26.01.2015 Kobanî ji DAIŞê hate rizgarkirin.

Di rizgarkirina Kobanî de, Pêşmergeyan û balafirên hevpeymanan alîkariya şervanên YPG kirin.

Serok Barzanî fermana şandina Pêşmergeyan da û Parlemantoya Kurdistanê jî erê kir û Pêşmerge ji Hewlêrê çûne Kobanî.

Di sala 2014an de DAIŞê êrîşî Kobanî kir, bêhtirî ji %80 ji Kobanî xiste bin destê xwe û bi sed hezaran xelk koçber bû.

Pêşmerge roja 31.12.2014 derbasî Kobanî bûn, pişta YPG girtin û bi hev re piştî 5 mehan Kobanî azad kirin, 134 rojan şerekî giran çêbû. Roja 18 Nîsana 2015an Pêşmerge vegeriyane Kurdistanê.

Di wî şerî de gelek birîndar û şehîd çêbûn lê heta niha hejmara şehîd û birîndaran bi fermî nehatiye eşkerekirin.

Piştî rizgarkirina Kobanî, ji bo avakirinê gelek konferans û civînên navdewletî çêbûn, gelek soza piştgiriyê hatine dayîn, lê kesekî alîkarî nekir, kesên ku derfetên wan hebûn bi xwe malên xwe ku di şer de wêran bûbûn ava kirin, kesên derfetên wan tunebûn jî, ew xanî heta niha jî wêran in.

Kurdistan Haberleri

Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay: Peymana Lozanê Ji Bo Miletê Kurd Nemeşrû Ye
Di nava 2 mehan de 5 rojnameger hatin kuştin
IHR: Îsal li Îranê herî kêm 400 kes hatine bidarvekirin
PWK: Divê neheqîya ku di Peymana Lozanê de li Kurdan bûye bê telafî bikin
Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Komara Tirkîyeyê Lêpirsîna Pêşîn a Hesabê Darayî ya PWKyê Pejirand