Nêçîrvan Barzanî: Rola mamostayan di fêrkirin û perwerdê de bilind dinirxînim

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya salvegera 60emîn a damezrandina Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê peyamek belav kir û ragihand, “Nifşên nû û yê paşerojê emanetê mamosteyan in, ji ber hindê mamoste kilîl û bingehê serkeftina her civakeke pêşkeftî ne”

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî:

Ez, 60-mîn salvegera damezrandina Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê, li tevahiya mamosteyên Kurdistanê bi germî pîroz dikim û serkeftinê ji wan re dixwazim. Gelek bi rêz û hurmet ve rola girîng û pîroz ya mamostayan û xebat û têkoşîna wan ya ji bo fêrkirin, perwerde û pêgihandina nifşên nû û nifşên paşeroja Kurdistanê bilind dinirxînim.

Berpirsiyarî, berhevî û rola pêşeng ya mamostayan ji bo perwerde û pêgihandina tak, di rojên dijwarên şoreş û di azadiya niha da jî, cîhê dilxweşî û rêzlêgirtinê ye. Di rewşên herî dijwar da jî, mamostayên dilsoz ên Kurdistanê pêşiya hemû qeb û gefan girtiye û di erkê xwe yê pîroz yê perwerde û fêrkirinê da berdewam bûn.

Nifşên nû û yê paşerojê emanetê mamosteyan in, ji ber hindê mamoste kilîl û bingehê serkeftina her civakeke pêşkeftî ne û rola wan di pêşvebirina kultûra hevduqebûlkirin, lêborîn û pêkvejiyanê da heye. Mamostayên Kurdistanê hêjayî jiyan û jiyareka baştir in, hemû piştgiriyekê ji bo maf, dawakarî û şayesteyên wan teqez dikim û bi rêz û hurmet li rol û xizmeta Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê dinêrim.

Kurdistan Haberleri

Qedexekirina alfabeyên kurdî yên Latînî, Kirîlî û Aramî - Veysel Vesek*
Koye / Cara yekem nexweşiya Kirim-Kongoyê li Kurdistanê hat tomarkirin
Partiyên siyasî yên Rojhilat li Iraqê hatin qedexekirin!
Sûriyê bendera Laziqiyê ji bo 30 salan da kompaniyeke Fransî
Şirketa Çînî li Xaneqînê rezervên nû yên petrol û gazê dîtin