Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Şêwirmendê nû yê Almanyayê Olaf Scholz kir

.

 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, pîrozbahî li Şêwirmendê nû yê Almanyayê Olaf Scholz kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser twitterê bi zimanê Kurdî û Almanî peyameke pîrozbahiyê belav kir û diyar kir: ‘‘Ji ber destbikarbûnê, pîrozbahiyê li şêwirmendê nû yê Almanyayê birêz Olaf Scholz û kabîneya nû dikim. Hêviya serkeftinê bo wan dixwazim.’’

Nêçîrvan Barzanî eşkere kir: ‘‘Spasiya piştevanî û hevkariya Almanyayê ya ji bo Herêma Kurdistanê dikin. Em xwazyarê pêkve karkirinê ne û pêşxistineke zêdetir a pêwendî û alîkariya hevbeş in.’’

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle