Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulê Nû yê Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê dike

.

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsulê Giştî yê Nû yê Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê dike, Konsulê Nû yê Tirkiyeyê jî ji aliyê xwe ve hêvî dike ku bikare peywendiyên her du aliyan zêdetir pêş bixe.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Pêncşem, 13.06.2024) pêşwaziya Konsulê Giştî yê Nû yê Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê Erman Topçu kir. Zêdebarî bixêrhatin û pîrozkirina destpêkirina karî wekî konsulê nû yê welatê wî, Nêçîrvan Barzanî hemî pişgiriya xwe ji bo biserxistina erkê wî diyar kir.

Konsulê Giştî yê Nû yê Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê Erman Topçu jî ji aliyê xwe ve dilxweşiya xwe ji bo destpêkirina karê xwe yê nû diyar kir û herwesa hêvî kir ku di çarçoveya erkê xwe de bikare peywendiyên her du aliyan zêdetir pêş bixe.

Rewşa Îraqê û Herêma Kurdistanê û deverê bi awayekî giştî jî herwesa mijarên tewerekî din ê wî hevdîtinê bûn.

Erman Topçu li roja 27.05.2024ê wekî Konsulê Giştî yê Nû yê Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê li cihê Mevlud Yakut dest bi karî kir.

Kurdistan Haberleri

PWK: Em cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn şermezar dikin
Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin
Îran rêyê nade pişkinîn bo bingehên wê yên atomî bê kirin
PDK û YNK: Aloziya 2 nameyan û hewldanên Yekgirtûyê
Li Amedê krîza aborî: Hinardeya bajêr kêm bûye