Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Wezîrê Alman Tobias Lindner kir

.

 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 23yê Çile li Hewlêrê pêşwaziya Wezîrê Dewletê li Wezareta Derve ya Almanyayê û Berpirsê Birêxistinkirina Wezareta Derve ya Almanyayê Tobias Lindner kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê  ragihand, “Di hevdîtinê de berdewamkirina pêwendiyên Almanyayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, hilbijartinên Parlamena Kurdistanê, rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê, guhertinên Sûriyeyê û geşedanên dawî yên Rojhilata Navîn hatin gengeşekirin.”

Serokê Herêma Kurdistanê spasiya alîkarî û piştgiriya berdewam a Almanyayê di warên leşkerî, siyasî û mirovî de ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir û herwiha tekezî li ser daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo berfirehkirina alîkariyên hevpar bi Almanyayê re di hemû waran de kir.

Tobias Lindner, pesnê proseya hilbijartinên Parlamena Kurdistanê û rêjeya bilind a tevlîbûna welatiyan di hilbijartinan de da û li ser hewlên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Nêçîrvan Barzanî re dîtin û nerînên xwe parve kirin.

Herwiha her du aliyan girîngiya parastina aramî, seqamgirî û alîkariya hemû aliyan ji bo dûrxistina aloziyan a herêmê anîn ziman.

Kurdistan Haberleri

Li Helebçeyê bi dronan êrîşî bircên weşan û peywendiyan hat kirin
Komîsyonên Jinan ên HAK-PAR û PWKyê ji bo 8ê Adarê Civînê li Dar Dixînin
Mustafa Ozçelîk, beşdarî bernameya taybet ya di derbarê Raperîna Başûrê Kurdistanê de bû
Bafil Talebanî: Divê Kurdistan bibe pira çareseriyê, ne qada şer
Paşmaweyên rêjîmê careke din 2 kempên Hizba Dêmokrat kirine armanc