Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Parêzgarê Azerbaycana Îranê û şanda pê re kir

.

 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 23yê Tebaxê li paytex Hewlêrê ligel Parêzgarê Azerbaycana Rojava ya Îranê Mihemed Sadiq Mutemedyan û şanda pê re civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê civînê de ragihand, di hevdîtinê de, pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê, hêsankarî û hevahengiya zêdetir ji bo têkiliyên aborî û bazirganî di navbera her du aliyan de û hatinûçûna geştiyaran bo cihên olî û geştyarên Îranî bo Iraqê bi rêya deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê, hatin gotûbêjkirin.

Hat diyarkirin ku şanda mêvan kêfxweşiya xwe ji bo serdana Herêma Kurdistanê û derfeta hevdîtina ligel Serokê Herêma Kurdistanê nîşan daye û daye xuyakirin ku ew dê ji bo zêdetir pêşxistina têkiliyên bazirganî û dabînkirina hemû asankariyan hemû hewlên xwe bidin.

Nêçîrvan Barzanî, bal kişand ser pêwendiyên dêrîn di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê di hemû waran de û tekezî li ser zêdetir pêşxistina pêwendiyan kir, herwiha xwesteka Herêma Kurdistanê nîşa da ku dixwaze di warê cuda de baştirîn têkilî, hevkarî û alîkarî ligel welatên cîran hebin.

Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de rewşa siyasî ya navçeyê bi giştî û hin mijarên din jî hatin gotubêj kirin ku di civînê de, parêzgarê Hewlêrê, serokê Îdareya Soran û konsulê giştî yê Îranê jî amadehî kirin.

Kurdistan Haberleri

Şer û pevçûnên li bajarokê Eşrefîyet Sehnaye ya nêzîk Şamê de 13 kes hatin kuştin
Mamostayê zanîngehê: PKK, di vê demê de ji ber hewla yekitiya Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê êrîşî Pêşmerge dike
HPGyê êrişên li xala Pêşmergeyan li xwe girtin
Erdogan: Federaliya Sûriyeyê xeyal e
MSDyê derbarê şerê li Şamê daxuyaniyek da