Nêçîrvan Barzanî pesnê rola Japonyayê ya li Îraq Herêma Kurdistanê da

.

Nêçîrvan Barzanî pesnê rola erênî ya Japonyayê ya li Îraq Herêma Kurdistanê da.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Balyozê Japonyayê yê Îraqê Futoshi Matsumoto qebûl kir ku erkê wî xelas bû.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku Nêçîrvan Barzanî di hevdîtina xatirxwestinê de ji bo hewlên wî yên ji bo bipêşxistina pêwendiyên Japonyayên yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re spasiya Futoshi Matsumoto kiriye.

Li gorî daxuyaniyê, Nêçîrvan Barzanî pesnê rola erênî ya Japonyayê daye û diyar kiriye ku Japonyayê ji bo aramî û bipêşketina Îraq û Herêma Kurdistanê roleke erênî gerandiye.

Nêçîrvan Barzanî hêvî kiriye ku Futoshi Matsumoto di erkê xwe yê piştî niha de jî serkeftî be.

Futoshi Matsumoto jî diyar kir ku rayedarên Herêma Kurdistanê di dema erkê wî de piştgirî dayê û spasiya wan kir.

Matsumoto her wiha amajê pê kir ku Japonya dixwaze pêwendiyên xwe yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re bi pêş bixe.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê yên ku 20ê meha borî hatin kirin û rewşa li Îraq û herêmê jî mijarên din ên hevdîtinê bûn.

RÛDAW 

Kurdistan Haberleri

Çar welat amadekariyan bo vekirina nûneratiyên xwe li Hewlêrê dikin
Li Zaxoyê bi 22 milyon dolaran kargeheke dermanan tê avakirin
HISÎÇA - Suryan ji bo maf û zimanê xwe rabûn ser pêyan
Nameyek girîng a Barzanî bo balyozê Amerîkayê (1965):
Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide