Nêçîrvan Barzanî, Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya Îraqê qebûl kir

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi seroka misyona Neteweyên Yekgirtî ya Iraqê  (UNAMI) bi Jeanine Hennis-Plasschaert re civiya. Li gor ragihandina serokatiya Herêma Kurdistanê; Nêçîrvan Barzanî îro nûnera taybet ya sekreterê giştî ya Neteweyên Yekgirtî Jeanine Hennis-Plasschaert qebûl kir.

Di hevdîtinê de behsa Iraqê ya siyasî û ewlehiya Iraqê, hilbijartinên endamên meclisên bajaran û li ser têkiliyên navbera Hewlêr (Erbîl) û Bexdayê rawestiyan. Her dû teref her weha behsa têkiliyên hukumeta federal û hukumeta Herêma Kurdistanê kirin û rola serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sudani bi erênî nirxandin.

Her dû teref behsa çareserkirina pirsgirêkên navbera Bexda û Kurdistanê kirin û xwestin di rêberiya destûra Iraqê de çareser bibin. Di hevdîtinê de behsa deverên dikevin nav xala 140ê yên ku Kurdistanin lê di derveyê rêvebiriya Herêma Kurdistanê de mane, xwestin ku hilbijartin li wan deveran di nav aştiyê de derbas bibe.

Pêşdeçûn û bûyerên li Rojhilata Navîn, di civînê de hatin gotûbêj kirin.

Kurdistan Haberleri

ENKS di salvegera komkujiya Kobanê de: Divê lêkolîneke serbixwe û navdewletî were kirin
Hewramî: Çalakkirina parlamenê bo derketina ji xetimîna siyasî giringtirîn pêngav e
FIFAyê pesnê Denîz Undav da: Ew kurê dê û bavekî Kurd e
PWK: Em cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn şermezar dikin
Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin