Nêçîrvan Barzanî: Li Kurdistanê hilbijartin dê di dema xwe de bê lidarxistin

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 15/2/2022an pêşwazî li Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Mark Bryson-Richardson û şanda pê re kir.

Di civînê de, proseya siyasî li Iraqê, hilbijartin û encamên wê, rûniştina yekem a Encûmena Nûneran a Iraqê, hilbijartina Desteya Serokatiya Encûmenê û pêngavên piştî wê û girîngiya piştevaniya civaka navdewletî li proseya siyasî ya Iraqê hatin guftûgokirin.

Nêçîrvan Barzanî piştî pêşkêşkirina kurteyekê derbarê rewşa niha, tekezî li wê kir ku Iraq û Herêma Kurdistanê pêwîstiya wan bi aramî û ewlehiya heye, ji bo bikarin bernameyekê cibicî bikim ku di berjewendiya tevahiya pêkhateyên Iraqê de be.

Her du aliyan tekezî li bihêzkirina pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Brîtanyayê kir û aliyê Brîtanî spasiya hewlên Nêçîrvan Barzanî ji bo bihêzkirina pêwendiyên ligel Brîtanya kir. Herwiha pêwendiyên Herêma Kurdistanê û welatên cîran hate behskirin.

Aliyekî din a civînê, rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê bû, tê de pêwendiyên di navbera aliyên siyan hatin gotûbêjkirin û ronahî hate xistin ser hilbijartinên Herêma Kurdistanê û proseya nivîsandina destûr.

Li hemberê jî Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê pabende ku hilbijartin di dema xwe de werin kirin û destûr jî bibe komkerê hemû aliyan be û ji bo vê mebestê jî divê hevahengî bi Bexdayê re hebe.

Kurdistan Haberleri

Erkan Polat: Rehîn girtina pêşeroj û hêvîye...
Hoşyar Zêbarî: Kurdistan kelaya azadî û demokrasiyê ye
Bexda diheje û Amerîka li pişt operasyonê ye: Gelo dê ‘serên mezin’ jî bên eşkerekirin?
PWK: Em Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin
PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, KESAYETÎYÊN SERBIXWE LI WANÊ KONFERANSEK LI DAR XISTIN