Nêçîrvan Barzanî li gel şandeke Kongresa Amerîkayê civiya

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeke kongresa Amerîkî kir, mijara parastina serweriya Herêma Kurdistan û Iraqê gotûbêj kirin.

Şandeke Kongresa Amerîkayê bi serokatiya Senator Mark Takano ku ji bo pêkanîna peywendiyên curbicur destpêkê hatibû Bexdayê û piştre hatibû Hewlêrê, ji aliyê Serok Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin. Di civînê de Balyozê Amerîka li Iraqê Alina Romanowski jî amade bû.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê di civînê de geşedanên dawî yên siyasî û ewlehî li Iraqê, peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û çareserkirina pirsgirêkan hatin gotûbêjkirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku der du aliayan tekezî li ser piştgiriya hikûmeta nû ya Iraqê û parastina  serwerî û aramiya sînorê Iraqê kirin.

Herwiha aliyan bal kişandine ser wê yekê ku zemînek ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye avakirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî bi navê herêma Kurdistanê spasiya Amerîka û hevpeymaniya navdewletî kir ku piştgirî dide proseya çaksaziyê di wezareta Pêşmerge de

Şanda mêvan di hevdîtinê de rola pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de bilind nirxand û ragihand ku Amerîka giringiyê dide peywendiyên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê û rêveberiya Washingtonê jî Hewlêr û Bexdayê wek hevkarên stratejîk di şerê li dijî DAIŞê de dibîne.

Di pêşwaziyê de mijarên weke proseya çaksazî û rêkxistina Wezareta Pêşmerge û pêwîstiya bilezkirina vê proseyê, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê, giringiya pêkvejiyan û yekrêziya aliyên siyasî yên Kurdistanê jî hatin gotûbêjkirin.

Kurdistan Haberleri

Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin
Barrack li ser êrişa Hewlêrê got: Em dê bêdeng nemînin
Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye