Nêçîrvan Barzanî li Dubaiyê bi serkirdeyên cîhanê re civiya

.

Serokê Herêma Kurdistanê di çarçoveya Lûtkeya Avhewayê ya Cîhanî ya li Dubaiyê de bi serok û serokwezîrên welatan re civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendina fermî ya Serokê Îmarata Erebî Şêx Mihemed Bin Zayîd Al Nehyan li Dubaiyê beşdarî merasîma destpêkirina Lûtkeya Avhewayê ya Cîhanî (COP28) bû.

Bi beşdariya serok û serkirdeyên cîhanê 30ê Çiriya Paşînê civîna Lûtkeya Avhewayê ya Cîhanî (COP28) dest pê kir.

Di çarçoveya lûtkeyê de, Nêçîrvan Barzanî bi Şahê Brîtanyayê Charlesê Sêyem, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres, Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen û bi dehan serok û rêvebirên welatan re civiya.

Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê daxuyanî da û got:

“Ji bo parastina gerestêrka me, pêwîstî bi hevahengiya cîhanî û xebata bi hev re heye.”

Dê îro ku Roja Neteweyî ya Îmarata Erebiyê ye, li Expo Duaiyê lûtke bi rê ve biçe.

Dê Lûtkeya Avhewayê ya Cîhanî (COP28) heta 2yê Çiriya Paşînê berdewam bike.

Kurdistan Haberleri

ENKS di salvegera komkujiya Kobanê de: Divê lêkolîneke serbixwe û navdewletî were kirin
Hewramî: Çalakkirina parlamenê bo derketina ji xetimîna siyasî giringtirîn pêngav e
FIFAyê pesnê Denîz Undav da: Ew kurê dê û bavekî Kurd e
PWK: Em cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn şermezar dikin
Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin