Nêçîrvan Barzanî, li Dîlokê axivî: Li her malê, şîn heye

.

 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo piştgiriya mexdûrên erdhejên li bakur, îro derbasî Dîlokê bû. Nêçîrvan Barzanî, di serdana xwe de daxuyaniyek da çapemeniyê û da zanîn ku ji ber erdhejê, li Kurdistanê di her malekê de şîn heye.

Nêçîrvan Barzanî, di serdana xwe ya piştgirî û hevxemiya bi mexdûrên erdhejê de amadebûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo alîkarîkirina Tirkiyeyê nîşan da û got ku

“Ez bi navê Serok Barzanî, sersaxiyê li malbatên qurbaniyên erdhejê dikim.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî yê ku di serdana xwe ya Dîlokê de derbasî navenda AFADê bû, ligel Parêzgarê Dîlokê û cîgirê parêzgar civiya û da zanîn ku wî hevsozî û hevxemiya gelê Kurdistanê ya ji bo gelê Tirkiyeyê serdana xwe pêk haniye û got:

“Ez bi navê Serok Barzanî, sersaxiyê li malbatên hemû qurbaniyên erdheja Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dikim û hêviya başbûna bilez ji bo birîndaran dixwazim. Di hemû demên dijwar de ku em tê re derbas bûn, me dîtiye ku Tirkiye alîkar û piştevanê me bûye. Îro di her maleke Kurdistanê de şîn heye û bi mebesta nîşandana hevxemî û hevsoziya gelê me ji bo qurbaniyên erdhejê, li çendîn cihan merasîm û ahengên me rawestiyane.”

Serokê Herêma Kurdistanê da zanîn ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo her cûre alîkariyan ji bo Tirkiyeyê nîşan da û wiha berdewam kir:

“Tirkiye, welatekî mezin û bihêz e, çendîn nexweşî derbas kirine û dê vê karesatê jî derbas bike.”

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt