Nêçîrvan Barzanî Konsulê Holendayê qebûl kir

.

Nêçîrvan Barzanî Konsulê Holendayê yê Hewlêrê Jaco Beerends qebûl kir û got, “Em dê hemû hewlên xwe bidin da ku dengdan û hilbijartin bi serketî bên kirin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo xatirxwestinê û erka wî bi dawî dibe Konsulê Giştî yê Holendayê yê Hewlêrê Jaco Beerends pêşwazî kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civîna Nêçîrvan Barzanî û Jaco Beerends daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Nêçîrvan Barzanî spasiya rola Konsulê Holendayê yê Herêma Kurdistanê û hewlên wî yên ji bo bipêşxistina pêwendiyên di navbera her du welatan de kiriye.

Konsulê Giştî yê Holendayê Jaco Beerends jî ji bo karkirina xwe ya li Herêma Kurdistanê kêfxweşiya xwe aniye ziman.

Herwiha Jaco Beerends ji ber alîkarî û pişgiriyê spasiya Nêçîrvan Barzanî û aliyên pêwendîdar kiriye.

Beerends tekezî li ser wê yekê kir ku welatê wî dixwaze di hemû waran de hevkarî û pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê bi pêş bixe.

Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê mijareke din a civînê bû.

Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku ew dê hemû hewlên xwe bidin ji bo ku pêvajoya dengdanê û hilbijartinan bi awayekî serkeftî bên kirin.

Konsulê Giştî yê Holendayê destxweşî li Serokê Herêma Kurdistanê û hewlên wî yên ji bo lidarxistina bi serkeftî ya hilbijartinan kir.

Kurdistan Haberleri

Perde li ser pirtûka “80 Sal Xebat li Pêxema Rizgariyê” hate hildan
Duyemîm mamosta bi hêceta starndina sirûdek Kurdî ji kar hate derxistin
Rojhilata Navîn di qonaxeke nû de ye: Veguherînên mezin li ber derî ne
Şam û Tel Avîv nêzî rêkeftinê ne: Hêzên Îsraîl, Amerîka û Sûriyê li Çiyayê Şêx belav dibin
DEM Partî xwedî li ‘Cejna Komarê’ derket: ‘Komar a her kesî ye’