Nêçîrvan Barzanî, ji bo şînê çû Abu Dabiyê

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo şîna birayê Serokê Îmaratê Şêx Mihemmed Bin Zayed El Nehyan çû paytexta Îmaratê Abu Dabiyê.

Şêx Seîd Bin Zayed El Nehyanê birayê Serokê Îmaratê, 27ê Tîrmehê koça dawî kiribû.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro li Abu Dabiyê beşdarî şîna Serokê Îmaratê Mihemmed Bin Zayed El Nehyan bû.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de ragihand, “Serokê Herêma Kurdistanê li ser navê xwe, navê Serok Barzanî û navê gelê Kurdistanê sersaxî ji Serokê Îmaratê re xwestiye.”

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Serokê Îmaratê jî ji bo serdan û hevxemiya wî spasiya Neçîrvan Barzanî kiriye.

Şêx Seîd Bin Zayed El Nehyanê ku koça dawî kiriye kurê şeşan ê Şêx Zayed Bin Sultan El Nehyan bû.

Ew, sala 1965an hatibû dinyayê û wî di nava hikûmetê de çend peywirên cuda bi cih anîbûn.

Li aliyê din, ji ber mirina Şêx Seîd Bin Zayed El Nehyan, li seranserê Îmaratê ji bo maweyê 3 rojan şîna giştî hate ragihandin.

RÛDAW

Kurdistan Haberleri

PWK Li Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bi Bîr Tîne
Serok Barzanî: 11ê Adarê roja naskirina fermî ya mafên gelê Kurdistanê ye
Koşka Spî şertê nemana şer eşkere kir: Teslîmbûna bêmerc
Asayîş û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê 200 dîl pev guhertin
Îlham Ehmedê li ser Rojhilat û Başûrê Kurdistanê daxuyanî da