Nêçîrvan Barzanî Ji Bo Kerbelayê Peyamek Weşand

Serokê Herêma Kurdistanê hevxemiya xwe ji bo qurbaniyên bûyera Aşûrayê ya Kerbelayê nîşan da û ragihand, ku ew amade ne pêşwaziyê li birîndaran bikin, û alîkariya pizîşkî pêşkêş bikin.

Serokê Herêma Kurdistanê hevxemiya xwe ji bo qurbaniyên bûyera Aşûrayê ya Kerbelayê nîşan da û ragihand, ku ew amade ne pêşwaziyê li birîndaran bikin, û alîkariya pizîşkî pêşkêş bikin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameka serxweşiyê arasteya malbatên qurbaniyê bûyera îro ya Kerbelayê kir ku ji ber qerebalixiyê jiyana xwe jidest dane, ku zêdetir ji 30 kesan bûne qurbanî û bi dehan kesên din jî birîndar bûne.Barzanî herwiha amdekariya Herêma Kurdistanê jî derbirî bo pêşwazîkirinê ji qurbanîyan.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir, ku ew ji ber bûyera li Kerbelayê, hevxemiya xwe digihînin kesûkarên qurbaniyan û ji Xwedayê mezin dixwazîn sebir û hedarê bide malbatan û qurbaniyan bi beheştê şad bike û şîfayê jî bide birîndaran

Barzanî di heman demê de ragihand, ku Herêma Kurdistanê amade ye ji bo alîkariyên pizîşkî û pêşwazîkirina birîndaran.

 

Siyaset Haberleri

Peyama Hizba Dêmokrat bi hilkefta derbasbûna 47 sal ji serkevtina şoreşa 1357ê
TAYBET - Li Holendayê pêşniyara ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê hat pejirandin
Li Kanadayê gelek kes hatin kuştin
Dujarric: Li Kobaniyê metirsiya belavbûna nexweşiyan heye
Komîteya Pêwendiyên Derve ya Kongreya Amerîkayê: Kiryarên li hemberî HSDyê û Kurdan nayên qebûlkirin