Nêçîrvan Barzanî ji bo Azerbeycanê hat vexwendin

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo beşdarbûna Konferansa Guherîna Keşhewayê ya Neteweyên Yekgirtî li Bakuyê, Paytexta Azerbaycanê, hat vexwendin.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî îro 22ê Tîrmehê pêşwazî li Balyozê Azerbaycanê li Iraqê Nasir Memmedov kir.

Di hevdîtinê de, Balyozê Azerbaycanê vexwandina fermî ya Serokê welatê xwe bo Nêçîrvan Barzanî, gihan Serokê Dîwana Serokatiya Kurdistanê, ji bo beşdarî Konferansa Guhertina Keşûhewayê ya Neteweyên Yekgirtî (COP29) bibe ku di 11 ta 22 Mijdara îsal de li Bakuyê dê lidar bikeve.

Her du aliyan pêşdebirina peywendiyên di navbera Azerbaycan û Iraq û Herêma Kurdistanê de, rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên navçeyê bi giştî gotûbêj kirin.

Balyozê Azerbaycanê daxwaza welatê xwe ji bo berfirekirina peywendiyên ligel Herêma Kurdistanê nîşan da û tekezî li ser wê yekê kir ku serdana Nêçîrvan Barzanî bo Bakuyê û hevdîtina wî ligel Serokomarê Azerbaycanê Îlham Eliyev, rûpelek nû di peywendiyên welatê xwe ligel Iraq û Herêma Kurdistanê vekir.

Kurdistan Haberleri

Saziyên sivîl yên jinan alîkariyê bo jinên Rojavayê Kurdistanê dişînin
Trump: Operasyona bejahî ne di hişê min de ye
Îranê gef li Herêma Kurdistanê xwar: Em dê li hemû saziyan bidin
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî: Ji ber êrişeke terorîstî hilberîna petrolê ya HKNyê rawestiya
Komeke Berxwedana Îslamî berpirsiyariya êrişên li Dihok û Hewlêrê li xwe girt