Nêçîrvan Barzanî ji bo 4 çiyageran peyamek belav kir

.

Serokê Herêma Kurdistanê sersaxî ji malbatên 4 çiyagerên ku îro di lehiya Qeredaxê de xeniqîn re xwest.

Li gundekî navçeya Qeredaxê ya parêzgeha Silêmaniyê 4 endamên komeke çiyageriyê ber avê ketin û xeniqîn.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameke sersaxiyê ji bo malbat û hevalên wan çiyageran belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de anî ziman:

“Ez sersaxiyê ji malbat û kesûkarên 4 çiyagerên ku îro di qezayeke trajîk de li navçeya Qeredaxê ya parêzgeha Silêmaniyê canê xwe ji dest dabû re dixwazim.”

Nêçîrvan Barzanî ragihand ku di van şert û mercên dijwar ên hewayê de divê her kes hişyar be.

Barzanî diyar kir ku ji bo pêşîlêgirtina li bûyerên wiha tirsnak û trajîk û parastina ewlehiya giştî divê her kes hişyariyên aliyên pêwendîdar bişopîne.

4 endamên komeke çiyageriyê îro li gundekî navçeya Qeredaxê ya Silêmaniyê ber ava lehiyê ketin û xeniqîn.

Navên 4 çiyagerên ku xeniqîne, Dastan Mihemed (28), Birwa Ebdullah (25), Hacî Rehîm Merûf (53) û Rêkan Bêstûn (28).

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Parastina Sivîlan a Silêmaniyê grûp ji 12 kesan pêk dihat û ji Silêmaniyê çûbûne gundên Belxey Xwar û Sarê yên Qeredaxê.

Ew piştre çûne gundê Awespiyê û li wir 4 ji wan ber avê ketine û cenazeyên wan piştî saetan hatine dîtin.

Kurdistan Haberleri

PWK: Em cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn şermezar dikin
Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin
Îran rêyê nade pişkinîn bo bingehên wê yên atomî bê kirin
PDK û YNK: Aloziya 2 nameyan û hewldanên Yekgirtûyê
Li Amedê krîza aborî: Hinardeya bajêr kêm bûye