Nêçîrvan Barzanî îro diçe Enqereyê

.

 Serokê Herêma Kurdistanê dê îro biçe Enqereya paytexta Tirkiyeyê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê li Enqereyê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re bicive.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê îro ji bo hevdîtinên fermî biçe Enqereya paytexta Tirkiyeyê.

Li rojeva wan çi heye?

Dilşad Şehab amaje bi wê yekê jî kir ku Nêçîrvan Barzanî dê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re bicive û got:

“Di çarçoveya serdanê de dê pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên bi Tirkiyeyê re û rûdanên dawî yên li herêmê werin gotûbêjkirin.”

Dilşad Şehab her wiha anî ziman:

“Ew dê li ser gelek mijarên din ên ku di berjewendiya hevpar de ne biaxivin.”

Malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê jî eşkere kir ku civîn dê îro were kirin.

Li gorî agahiyên Rûdawê, Barzanî û Erdogan îro dê li ser “bipêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê” û “rewşa herêmê û bandora şerê Îsraîl û Hizbulahê yê li ser Îraq û welatên din” gotûbêj bikin.

Li gorî bernameya ku hatiye ragihandin dê hevdîtina Barzanî û Erdogan saet 14:00an dest pê bike.

Kurdistan Haberleri

Dewleta Îranê di 8 mehan de 800 kesan îdam kir
Iraq û Amerîka pirsa hinardekirina petrolê nîqaş dikin
Nûxşe Nasih: Agir berdewam dike û me ji parêzgeha Silêmaniyê alîkarî xwest
Li ber Parlamentoya Tirkiyeyê Toroseke spî hat şewitandin
Pervîn Chakar dê perwerdeya masterclassê bide: Serlêdanan dest pê kir