Nêçîrvan Barzanî: Hilbijartin ji bo nûkirina rewatiya saziyên Herêma Kurdistanê gelekî girîng e

.

Serokê Herêma Kurdistanê got, “Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ji bo nav û pêgeh û nûkirina rewatiya saziyên Herêma Kurdistanê gelekî girîng e.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Alîkarê Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê Îraqê Claudio Cordone kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civîna Nêçîrvan Barzanî û Claudio Cordone daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di civînê de erkê tîma NYê ya ji bo heyama mayî ya mayîna wan a li Îraqê hatiye gotûbêjkirin.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî û Claudio Cordone li ser rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê û Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê jî axivîn.

Li aliyê din, Nêçîrvan Barzanî ji ber rol, hevkarî û piştevaniya wê ya ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê spasiya Neteweyên Yekbûyî kir û tekez kir ku hilbijartin ji bo nav û pêgeh û nûkirina rewatiya saziyên Herêma Kurdistanê gelekî girîng e.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser pêwîstiya pêvajoyeke dengdanê ya paqij û şefaf bi beşdariya hemû alî û pêkhateyan kir.

Ji aliyê xwe ve Claudio Cordone spasiya tîma Neteweyên Yekbûyî ya ji bo rol û hewlên Nêçîrvan Barzanî û rêveçûna rast û dirist a wî ya di derbarê pirsa hilbijartinên Parliyamenta Kurdistanê de nîşan da.

Cordone pabendbûna Netewên Yekbûyî ya ji bo piştgiriya serkeftina hilbijartinan û pêvajoya dengdanê tekez kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku civîna Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Serokatiya Herêma Kurdistanê ya li gel aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û pêşhatên dawî yên herêmê jî mijarên din ên civînê bûn.

Kurdistan Haberleri

Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin
Îran rêyê nade pişkinîn bo bingehên wê yên atomî bê kirin
PDK û YNK: Aloziya 2 nameyan û hewldanên Yekgirtûyê
Li Amedê krîza aborî: Hinardeya bajêr kêm bûye
Piştî bi dehan salan Kurdên Êzidî vedigerin gundê xwe yê li Şirnexê