Nêçîrvan Barzanî êrîşa ser Hewlêrê bi tundî şermezar kir û bang li hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî kir

.

 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, derbarê êrîşa moşekên balîstîk a ser Hewlêrê de peyamek belav kir û êrîş bi tundî şermezar kir. Barzanî got, armancgirtina Hewlêrê bi vî awayî û dubarebûna wê, pêşhateke tirsnak e û binpêkirineke aramî, ewlehî û serweriya Iraqê ye.

Serokê Herêma Kurdistanê got: “Gelekî bi tundî êrîşa moşekî şermezar dikin ku derengê şeva borî bi awayekî tirsonek bi bêyî ti bihaneyekê xelk, aramî û ewlehiya Hewlêr Paytexta Herêma Kurdistanê kir armanc.”

Nêçîrvan Barzanî diyar kir: “Spas ji Xwedêyê mezin re ku ti ziyaneke canî jê derneket. Em hevsoziya xwe ji welatiyên hêja yên Hewlêrê re radigihînin ku di bin siya nîgeranî û bendewariyê de demeke dijwar derbas kirin. Rûbirûbûna kêşe, gef û metirsiyan tebayî, yekrêzî û karê pêkveyî yê hemû aliyên Kurdistanê û pêkhateyên wê dixwaze.”

Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir: “Aramncgirtina Hewlêrê bi vî awayî û dubarebûna wê, pêşhateke tirsnak e û binpêkirineke aramî, ewlehî û serweriya Iraqê ye û ji bilî ji alozkirina rewşê û ziyangihandinê Ii niha û pêşeroja tevahiya Iraqê, ti armanceke din a wê nîne.”

Nêçîrvan Barzanî ragihand: “Daxwazê ji Hikûmeta Iraqa Federal û civaka navdewletî dikim bi cidî li ser vê destdirêjiyê rawestin û her hewlekê bidin ta careke din rê neyê dayîn bêrêzî li ser serwerî û aramiya welatiyan bê kirin.”

Kurdistan Haberleri

PWK li Danîmarkayê beşdarî şahîya 79 salîya avakirina PDKyê bû
Heyeteke PWKyê li Almanyayê beşdarî şahîya 79 salîya avakirina PDKyê bûn
PDKyê di salvegera damezirandina xwe de 450 bûk û zava zewicandin
RAPIRSÎ - Ji sedî 97ê Kurdan perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin
Ehmed Şer: Em parçebûnê qebûl nakin