Nêçîrvan Barzanî: Em hewl, xebata perwerde û mamosteyan li çiya û azadiyê bilind dinirxînin

.

 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 61emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê peyamek belav kir û pîrozbahî li hemû mamostayên Kurdistanê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de ragihand, “61 saliya damezrandina Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê, li Sekreteriya Yekîtiya Mamosteyan û hemû mamostayên Kurdistanê pîroz dikim û hêviya serkeftinê ji wan re dixwazim.”

Serokê Herêma Kurdistanê got: “Di vê bîranînê de, em bi rêz û pêzanîn li têkoşîn û erka pîroz a mamosteyan ji bo perwerdekirina nifşan dinêrin û qurbanîdan, hewl û xebatên perwerdeyê û mamosteyan li çiya û li azadiyê bilind dinirxînin.”

Nêçîrvan Barzanî tekez dike: “Mamoste pêşeng û stûna sereke ya pêvajoya perwerdeyê ne. Bandoreke wan a rasterast li ser avakirin û pêşxistina kesayetiya xwendekaran heye, ji ber wê jî erkekî girîng û pîroz pêk tînin û hêjayî hemû rêz û destxweşiyê ne.”

Serokê Herêma Kurdistanê got: “Di vê bîranînê de, em tekez li ser piştevaniya xwe bo hemû maf û daxwazên rewa yên mamostayan dikin û bi rêzdarî helwesta mamostayên dilsoz ên Kurdistanê bi bîr tînin ku rê nedan proseya xwendinê di her rewşek dijwar û nexwestî de proseya perwerdeyê raweste.”

K24

Kurdistan Haberleri

Parêzgarê Hewlêrê Li Amedê Seredana PWKyê Kir
PWK: 1ê Gulanê li hemû karker û kedkarên cîhanê piroz be
Amerîka: Em ji hewl û xebatên serok Barzanî yên hilbijartinê agahdarin û dibînin
Rêya Wanê û Miksê 130 roje girtiye
Siyasetmedar û rewşenbîr Kamîl Jîr wefat kir