Nêçîrvan Barzanî: Em hêvîdar in ku hilbijartin di dema xwe de bên kirin

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî şîna Pêşmergeyê herdu şoreşên Îlon û Gulanê Şêxella Îbrahîm bû û li wir got, ew daxwazê ji partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dikin, pabendî dema diyarkirî ya hilbijartinan bibin.

Serokê Herêma Kurdistanê li ser vegera tîma YNKê bo nav hikûmetê,  ragihand: “Ez û Kak Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, me daxwaz kiriye ku tîma YNKê vegere nav hikûmetê, vegera wan gelek pêwîst e.”

Nêçîrvan Barzanî da zanîn: “Kêşe heye, lê belê dikarin kêşe bi gotûbêjan di nav hikûmetê de çareser bikin, bêguman çareserî jî dê were dîtin.”

Serokê Herêma Kurdistanê li ser dema birêveçûna hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê diyar kir: “Em ê serdana hemû aliyan bikin, ez hêvîdar im ew roja şêwirê ligel aliyên siyasî ji bo hilbijartinan danîne, hemû aliyên siyasî hevkar bin û pabend bin.”

Nêçîrvan Barzanî li ser rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê jî got ku rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê rêkeftineke gelek girîng e, di berjewendiya hemû Iraqê de ye, me tekezî li ser wê yekê kiriye ku çareseriyeke Iraqî hebe.

Serokê Herêma Kurdistanê hêviya xwe anî ziman ku ev rêkeftin demildest were bicihkirin ji ber ku di berjewendiya Herêma Kurdistanê û Iraqê de ye.

Kurdistan Haberleri

Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’