Nêçîrvan Barzanî: Em dikarin guherîna avhewayê çareser bikin

.

 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, “Em bi hev re dikarin guherîna avhewayê çareser bikin.”

Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendina fermî ya Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev ji bo beşdariya Konferansa Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP29) doh çû Bakuyê.

Serokê Herêma Kurdistanê îro li konferansê ji aliyê Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev ve hat pêşwazîkirin.

Konferansa Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP29) îro dest pê kir û dê heta 22yê mehê berdewam bike.

Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî li ser COP29ê peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got:

“Ez kêfxweş im ku li Bakuyê beşdarî COP29ê bûm.

Ev konferansa salane ji bo me derfeteke girîng e ku em ber bi paşerojeke aramtir ve gavên bi wate bavêjin.

Em bi hev re dikarin guherîna avhewayê çareser bikin û ji bo nifşên nû gerestêrkeke saxlemtir ava bikin.”

Kurdistan Haberleri

Trump: “Di wexteka nêz de wê operasyona bejayiyê bo ser Venezuelayê bêkirin”
Trump hemû dan û standinên bazirganiyê yên bi Kanadayê re rawestandin
Şerê li Sûdanê: 14 milyon kes koçber bûne
Macron: Girîng e ku HSD û Şam li hev bikin
Rafaêl Girûssî, daxza encamdana lezgîn a lêkolînan li navendên navkî yên rêjîmê kir