Nêçîrvan Barzanî: Divê ji bo hilbijartinên Herêma Kurdistanê di demeke kurt de gav bêne avêtin

.

 Serokê Herêma Kurdistanê bi Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê re civiya û got, “Divê ji bo hilbijartinên Herêma Kurdistanê di demeke kurt de gav bên avêtin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Pêncşemê li Hewlêrê bi Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê re civiya ku li ser vexwendina Serokê Herêma Kurdistanê ji bo guftûgokirin û pêngavên amadekariyê yên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê serdana Hewlêrê kirin.

Di civînê de Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê Jenine Plaschardt, Cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê, tîmeke pispor a UNAMI û serok û endamên Encûmena Komîsyonên Iraqê amade bûn.

Nêçîrvan Barzanî di axaftina xwe de got “Divê ji bo hilbijartinên Herêma Kurdistanê di demeke kurt de gav bên avêtin.”

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî amadehiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemû aliyên pêwendîdar ji bo serxistina proseyê nîşan daye.

Jeanine Plaschardt û tîma UNAMIyê piştevaniya xwe ji bo pêngavên Nêçîrvan Barzanî nîşan dan û amadebûna xwe ya ji bo pêşkêşkirina alîkariyan ji bo lidarxistin û serkeftina hilbijartinan nîşan dan.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê û Encûmena Komîsyaran ji bo vexwendin û balkişandina li ser danûstandin û gotûbêjan spasiya Serokê Herêma Kurdistanê kirin û “Biryar hat dayîn ku ji bo diyarkirina roja hilbijartinan di peywendiyê de bin.”

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: Rêzdar Serok Mesûd Barzanî Ji Bo Kurd û Kurdistanîyên Cîhanê Mercîîyet e...
PWK Li Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bi Bîr Tîne
Serok Barzanî: 11ê Adarê roja naskirina fermî ya mafên gelê Kurdistanê ye
Koşka Spî şertê nemana şer eşkere kir: Teslîmbûna bêmerc
Asayîş û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê 200 dîl pev guhertin