Nêçîrvan Barzanî: Divê artêşa Tirkiyê û çekdarên PKKê şer û pevçûnê rawestînin

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser topbarana li sînorê Zaxo peyamek belav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser topbarana li sînorê Zaxo peyamek belav kir û ragihand: “Divê artêşa Tirkiyê û çekdarên PKKê şer û pevçûnê rawestînin û êdî nebin sedema kuştin û wêrankariya li deverên sînorî.”

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Em bi tundî bombebarana îro ya li Zaxoyê şermezar dikin ku bûye sedema canjidestdana hejmarek welatiyên sivîl û geştyarên ji navçeyên cuda yên Iraqê û hejmareke din jî birîndarbûna hejmareke din.”

Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir: “Dubarebûna bombebaran, şer û pevçûnên berdewam ên di navbera artêşa Tirkiyê û PKKê li ser sînoran nayê qebûlkirin ku asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê û sînorên navdewletî yên Iraqê têk biriye. Herwiha bûye sedema valabûna bi sedan gundên li deverê.”

Herwiha diyar kir: “Em sersaxiyê li malbat û kesûkarên qurbaniyan dikin û hevbeşê derd û xemgîniya wan in, em hêviya başbûna bilez ji bo birîndaran dixwazin. Nexweşxane û aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê hemû alîkarî û xizmetguzariyên pêwîst pêşkêşî birîndaran dikin.”

Nêçîrvan Barzanî eşkere kir: “Artêşa Tirkiyê û çekdarên PKKê divê şer û pevçûnê rawestînin û êdî nebin sedema kuştin û wêrankariya li deverên sînorî.”

Herwiha got: “Divê Hikûmeta Federal a Iraqê jî hemû rêkarên pêwîst bigre ber xwe ji bo rêgirtina li dubarebûna van tawanan û ji xaka Iraqê ve gef li asayîşa welatên cîran neyê kirin.”

(K24)

Kurdistan Haberleri

Newroz îsal zû hat Danîmarka yê
Heyeta PWKyê Li Amedê Seredana Mamoste Îsmaîl Beşîkçî Kir
Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê: Tîmeke me ji bo têkbirina dronên bombebarkirî li Hewlêrê ye
Umêd Xoşnaw: 6 leşkerên Fransayê birîndar bûne
Mucteba Xamineyî: Em dê şer bidomînin û tola xwe hilînin