Nêçîrvan Barzanî di 42yemîn salvegera komkujiya Kurdên Feylî de banga qerebûkirinê li hikûmeta Iraqê kir

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo 42yemîn salvegera komkujiya Kurdên Feylî peyamek belav kir û ragihand, “Em ji Hikûmeta Iraqê daxwaz dikin Kurdên Feylî qerebû bike.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di peyama xwe de diyar kir, Kurdên Feylî tenê ji ber ku piştgiriya şoreşê kirin û daxwaza mafên gelê Kurdistanê dikirin hatin şehîdkirin.

Neçîrvan Barzanî bi bîr xist, bi sed hezaran kesên sivîl ji Kurdên Feylî di operasyoneke komkujiyê de bi destê rejîma berê ya Iraqê rastî veguhestin, derxistin û bê nasnameyiyê hatine û bi deh hezaran ji wan jî hatine windakirin.

Nêçîrvan Barzanî herwiha da zanîn: “Di demekê de Dadgeha Bilind a Tawanan a Iraqê ew tawan weke jenosîd nas kiriye, di vê bîranînê de, em daxwazê ji Hikûmeta Federal a Iraqê dikin ku Kurdên Feylî qerebû bike û bi temamî pirsgirêka vegerandina nasnameyan, zevî û milkê wan çareser bike û ji bo wan dadperweriyê misoger bike.”

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle