Nêçîrvan Barzanî: Destana Kurdistanê çîroka miletekî ku xwe netewandiye

.

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku peyama şanoya Destana Kurdistanê çîroka miletekî ye ku xwe netewandiye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Salona Konferansê ya Zanîngeha Dihokê temaşeyî şanoya Destana Kurdistanê kir.

"Di her maleke Kurdistanê de çîrokek heye"

Nêçîrvan Barzanî, piştî temaşekirina şanoyê gotarek pêşkêş kir û got:

“Pêşkeşkariyeke gelekî serkeftî bû. Çîroka xwenetewendina miletekî bû.

Nîşana wê yekê bû ku ew tiştên miletê me bi dest xistine hêsan nebûne.

Destxweşiyê li wan hemû kesan dikim ku ev karê mezin kirine û salek û 7 meh in li ser vê projeyê dixebitin.

Peyama şanoyê ji bo ciwanan e, nîşaneya wê yekê ye ku ya miletê me îro bi dest xistiye ne hêsan bûye, bi berxwedana miletekî ji bo azadî û serfiraziyê bûye.

Gelo kêmasî nînin? Belê hene lê tiştên gelekî baş jî hene. Hêviya me ew e ku ciwanên me peyama şanoyê wergirin.

Yên beriya we ji bo azadiya me ya îro, xebat kirin, şehîd bûn, westiyan. Piştî vê jî dimîne li ser milê we.

Îro ji Zaxoyê heta Xaneqînê di her malekê de çîrokek heye.

Çîroka derbederiyê, malwêraniyê, şehîdbûna miletê ku tevlî vê pêvajoyê bûye.

Ev pêvajoya miletê me ye û em bi hev re dikin û divê heta roja serfiraziyê em berdewam bin.

Şano û sînema rêyeke gelekî baş e ku çîrokên miletê me bigihên cîhanê.

Temaşeyî miletên din ên cîhanê bikin ew gelek caran dixwazin bi vê rêyê peyama xwe bidin.

Divê em zêdetir girîngiyê bidin karên wisa. Ez dê her piştgiriya karên wisa bikim.“

Rûdaw 

Kurdistan Haberleri

Piştî lûtkeya NATOyê, biryar li ser çekdanîna PKKê tê dayîn
Senatoya Amerîkayê desthilatên şer ên Trump sînordar kirin
Sekreterê NATOyê: Eger Îran bigihe çekên atomê dê cîhan wêran bibe
CENTCOM: Hêzên me li Rojhilata Navîn di amadebaşiya herî bilind de ne
HRANA: Îranê vê mehê 127 kes îdam kirin